ماڵه‌وه‌ > NNSROJ > شەڕڤانێکی ئەمریکایی یەپەگە گیانی لەدەست دا

شەڕڤانێکی ئەمریکایی یەپەگە گیانی لەدەست دا

NNSROJ: زانرا کە ڕۆژی ١٠ی ژووئەن، شەڕڤانێکی بە ڕەچەڵەک ئەمریکایی یەپەگە بە ناوی “کیس بڕۆمفیڵد”، لە شەڕێکدا بەرانبەر بە چەکدارانی داعش لە بەرەکانی شەڕ لە کۆبانێ گیانی لەدەست داوە.

ناوەندی ڕاگەیاندنی یەکینەکانی پاراستنی گەل هەواڵەکەی پشتڕاست کردۆتەوە و ڕایگەیاندووە کە ئەو شەڕڤانە ئەمریکییە بە ناوی سازمانی “گەلهات ڕوومەت”، لە سەرەتاکانی ساڵی ٢٠١٥ی زایینییەوە خۆی گەیاندبۆ کۆبانێ و لە شەڕی ڕزگارکردنی ئەو شارەدا بەشداری کردووە.

تەرمی ناوبراو لە ڕێووڕەسمێکدا لە کۆبانێ بەرەو باکووری کوردستان بەڕێکراوە تا لە ڕێگەی باڵوێزخانەی ئەمریکا لە تورکیاوە بەرەو ئەمریکا ببردرێتەوە.

لەم مانگانەی دواییدا هەریکەم ١٠ ئەندامی بیانیی یەکینەکانی پاراستنی گەل لە ڕۆژئاوای کوردستان گیانیان لەدەست داوە کە لە ناویاندا شەڕڤانانی ئاڵمانی، بریتانیایی، تورک، ئێرانی و ئەوسترالیاییش دەبینرێن.
م.م.

Advertisements
:هاوپۆله‌کانNNSROJ
  1. Rojpress
    12 حوزه‌یران 2015 له‌ 12:31

    Ji Çapemenî û Rayagiştî!
    Created on Thursday, 11 June 2015 05:13 | Print | Email | Hits: 115
    Berxwedana rûmetê ya şervanên YPG û YPJ li dijî terorîstên DAIŞ û hêzên li pişt wê, ne tenê bala ciwanên Kurd,

    lê belê bala hemû mirovatiyê dikşîne. Ji ber ku ev berxwedan nirxên mirovahiyê diparêze û rihê biratiyê di nava civakan de belav dike, ji hemû deverên cîhanê bê ku ol, netew û ziman bibe asteng, ciwanên berxwedêr dikşîne refên xwe.
    Berxwedana dîrokî ya Kobanê, asta tevlîbûna ciwanên Rojavayî jî bilind kir. Ev tevlîbûn, ji bo hêzên me bûye cihê serfiraziyê. Wan hevalan di asta herî jor de hevaltî kirin, tevlîbûna xwe çêkirin û li dijî DAIŞ şer kirin. Di vî şerî de hijmarek ji wan heta şehadetê çûn û bi xwîna xwe navê “şehîdên biratiya gelan” heq kirin.
    Beriya niha Şehîd Bagok (Ashley Kent Johnston) ku Avustralyayî bû, Şehîd Kemal (Konstandinos Erik Scurfield) ku Îngilîz bû li kantona cizîrê şehîd bibûn. Îro jî em li Kobanê, şehadeta hevalê xwe Keith Thomas Broomfield bi nasnav Gelhat radighînin. Şehîd Keith ku ji Emerîka tevlî nava refê hêzên me bû, Kobanê hilbijart û li Kobanê jî perwerdeya xwe dît. Bi qehremantiyekî pir mezin cihê xwe di nava piraniya operasyonên rizgar kirina gund û bejahiya Kobanê de girt û heta deqeya dawî jî şer kir. Heval Gelhat, di 3’ê Pûşberê 2015 di operasyona rizgarkirina gundê Qenterê yê Kobanê de gihişt şehadete.
    Şehîd Keith, dema gihişt Kobanê mîna ku gihişt be cihekî ku ji mêj de lê digere nêzîk bû. Xwesteka wî ya mezin ji bo fêrbûna zimanê Kurdî û xwe kûr kirina di fikir û bîrdoziya kû YPG li ser wê hatiye avakirin hebû. Ev heval bi bîr û baweriyekî pir mezin tevlî nava refên hêzên me bû.
    Îro heger em şehadeta heval Keith radigihînin, beriya her tiştî armanca ku li ser esasê wê tevlî nava refên hêzê me bû li ber çava digrin û bi dil şewatî, moral û hevaltiya wî bi bîr tînin.
    Li ser vî esasî em bi navê hemû şervanê xwe ji bo malbata rêheval Keith û hemû gelê Emerîka û gelê Kurd sersaxiyê dixwazin û soza bicîh anîna xwestekê hemû hevalên şehîd dubare dikin. Careke din soza şopandina armancên tekoşîna YPG ku bi cîh anîna rêgezên jiyana hevbeş û azad a gelan didin. Li ser esasê van armancan ku em bi xwîna şehîdên xwe pêk tînin giredayî bin û heta dawî li dijî terora DAIŞ tekoşîna xwe berdewam bikin.
    Nasnameye Şehîd wiha ye :

    Navê tevgerî : Gelhat Rûmet
    Navê rast : Keith Broomfield
    Navê dayikê : Dana
    Navê bav : Thomas
    Cihê ji dayikbûnê : 8 -3 -1978 USA- Massechusatts
    Dîroka tevlîbûnê : 24-2-2015 Kobanê
    Cih û dîroka şehadetê : 3-6-2015 Kobanê -gundê Qenterê

    Navenda Ragihandina YPG
    11 Pûşber 2015

    http://ypgrojava.com/ku/index.php/martyrs/899-ji-capemeni-u-rayagisti

  1. No trackbacks yet.

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s

%d هاوشێوەی ئەم بلۆگەرانە: