ماڵه‌وه‌ > NNSROJ > گەڕانەوە زیاتر لە ٩ هەزار کۆچبەر بۆ ڕۆژئاوای کوردستان

گەڕانەوە زیاتر لە ٩ هەزار کۆچبەر بۆ ڕۆژئاوای کوردستان

NNSROJ: هاوکات لەگەڵ کۆچی هەژمارێک لە گەنجانی کورد بەرەو هەندەران، گەلێک لە خەڵکی ئاوارەش، لە کەمپەکانی باشوور و باکووری کوردستانەوە بەرەو ڕۆژئاوا دەگەرێنەوە.

بە گوێرەی هەواڵێکی ئاژانسی هاوار، لە ماوەی یەک مانگی ڕابردوودا تەنیا لە خاڵی سنووری سێمالکاوە، ٩ هەزار و ٣١٢ کەس لە هەرێمی کوردستانەوە گەڕاونەتەوە کانتۆنی کۆبانێ.

لە پاش ئازادکرانی کۆبانێش، گەڕانەوەی کۆچبەرانی نیشتەجێی کەمپەکانی باکووری کوردستان دەستیپێکردووە و هاووڵاتییان بەرە بەرە، پاش نۆژەنکردنەوەی کاتیی ماڵە نیوەوێرانەکانیان، دەگەڕێنەوە کۆبانێ.
م.م.

Advertisements
:هاوپۆله‌کانNNSROJ
  1. Rojpress
    10 ئه‌یلول 2015 له‌ 14:37

    Di mehekê de 9 hezar û 312 kes ji Başûr vegeriyan Rojava
    10.09.2015 09:41 Nûçe, Sernûçe

    NEJBÎR OSMAN-RÊBER ŞENGALÎ

    DÊRIK – Di meha tebaxê de hejmara welatiyên Rojava yên di deriyê sînor ê Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan Roajva gihişt 9 hezar û 312 kesan. Welatiyên vegeriyane diyar kirin ku derfetên kar li Başûr kêm bûne û destnîşan kirin ku rayedarên Başûr vegera wan asteng dike.

    Pêla vegera welatiyên Rojava yên koçberî Başûrê Kurdistanê kiribûn roj bi roj zêde dibe û rojane bi sedan welatî di Deriyê Sînor ê Sêmala re derbasî Rojava dibin. Rêveberên Deriyê Sînor ê Sêmalka diyar kirin ku di meha tebaxê de 9 hezar û 312 welatiyên Rojava ên ji sê kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) vegeriyan Rojava û gotin di nava welatiyên vegeriyan de 2 hezar û 630 ji kantona Kobanê bûn.

    Rêveberê Deriyê Sêmlka Bedirxan Mîrza destnîşan kir ku ciwan jî di nav de rojane derdora 300 wlatiyên Rojava vedigerin û got: “Piştî rizgarkirina Girê Spî û vebûna riya di navbera Kobanê û Cizîrê vegera welatiyan zêde bû ye.”

    Mîrza, rewşa koçberiyê bi bîr xist û got ku hin hêzên herêmê bi awayekî plankirî riya koçberiyê vedikin û bi vê yekê dixwazin herêma Rojava ji şêniyên wê yên resen vala bikin. Mîraza di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyên koçber bûne kir ku vegerin di avakirina welatê xwe de cih bigirin.

    ‘Ez ê cihê xwe di avakirina Kobanê de bigirim’

    Li ser deriyê sînor ê Sêmalka ANHA’ê nerîna hin welatiyên ji Başûr vegeriyan girt. ciwanê bi navê Cegerxwîn Ehmed destnîşan kir ku ew vegeriya da ku cihê xwe di avakirina Kobanê de bigire û ev tişt anî ziman: “Ez beriya 2 salan ji ber bi Başûr ve koçber bûm, ez îro jî vedgerim da ku ez di avakirina Kobanê de cihê xwe bigirim. Bela careke din kenê dayîk û zarokên Kobanê vegere.”

    Ehmed destnîşan kir ku li Başûr karkerên Rojava rastî nêzîkatiyên ne baş ên xwediyê kar tên û tekez kir ku derfetên kar jî bi zehmetî tê peydakirin û bang li hemû ciwanên Rojava kir ku vegerin û di parstin û avakirina welatê xwe de cih bigirin.

    Ciwanê bi navê Hisên Zêdo çend meh berê berê xwe dabû Başûrê Kurdistanê. Zêdo derbarê koçberiya xwe de ev tişt anî ziman: “Di vê dema ez ji Kobanê dûr ketibûm min wate û qîmetê welatê xwe nas kir. Tu wateya jiyana mirov li welatê xerîbiyê nîne. Ez îro vedgerim welatê xwe yê pîroz.”

    “Vegera welatiyan asteng dikin’

    Ciwanê bi navê Ehemed Mihemed da zanîn ku Asayîşên PDK’ê vegera ciwanên Rojava asteng dikin û ev tişt anîn ziman: “Dema min xwest ez vegerim, hêzên Asayîşa PDK’ê rê ne dan me, bi taybet dema zanîn ku ez ê tevlî malbata xwe vegerim astengî li pêşiya me derxistin. gelek astengiyan li pêşiya welatiyên dixwazin vegerin derdixin.”

    (dc/xê)

    ANHA
    http://ku.hawarnews.com/di-meheke-de-9-hezar-u-312-kes-ji-basur-vegeriyan-rojava/

  1. 10 ئه‌یلول 2015 له‌ 15:03

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s

%d هاوشێوەی ئەم بلۆگەرانە: