ماڵه‌وه‌ > NNSROJ > لە دوو مانگدا ١٧ شارەداری باکوور قۆڵبەست کراون

لە دوو مانگدا ١٧ شارەداری باکوور قۆڵبەست کراون

14 تشرینی یه‌كه‌م 2015 لێدوانێک بنووسە Go to comments

NNSROJ: لە هەژدەی مانگی ئەگۆست[٨]ەوە تا ناوەڕاستی مانگی ئۆکتۆبری ٢٠١٥ی زایینی، ١٧ هاوسەرۆکی شارەدارییەکانی باکووری کوردستان بە تۆمەتگەلێک وەک هەوڵدان بۆ تێکدانی ئاسایشی وڵات، هەوڵدان بۆ پارچەکردنی تورکیا لە ڕێگەی ڕاگەیاندنی خۆسەری و پڕۆپاگەندەکردن بۆ پەکەکە قۆڵبەست کراون.

لەناو شارەدارە قۆڵبەست و زیندانیکراوەکاندا هەردوو هاوسەرۆکی شارەداری ناوچەی سووری ئامەد و جۆڵەمێرگ، هاوسەرۆکی شارەداریی فارقین، نسێبین، ئەدرەمیتی وان، لجێ، ئیدیر، توزڵیجە، خۆشبەهار ئەلیح و هتد دەبینرێن.
م.م.

Advertisements
:هاوپۆله‌کانNNSROJ
  1. Rojpress
    14 تشرینی یه‌كه‌م 2015 له‌ 20:21

    Di nava 57 rojan 17 hevşaredar hatin girtin

    14 Cotmeh
    11:45
    2015
    Çap Bike

    🌄Bi Wêneyê re Veşêre
    💾Veşêre
    AZÎZ ORUÇ

    AMED (DÎHA) – Ji 18’ê Tebaxê û heta niha piştî ku li bajarên Kurdistanê “Xwerêvebirin” hatin îlankirin, di nava 57 rojên ku derbas bû de bi dehan hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 17 kes hatin girtin. Ji hevşaredaran ku 2 ji wan li bendê ne derketin dadgehê, 3 hevşaredar jî bi “serbestberdana bi kontrolkirî” serbest hatin berdan. Der barê 6 hevşaredaran de jî biryara girtinê hat dayîn. Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herîmî yê Demokratîk Çîlem şik da zanîn ku êrîşa li hemberî bijarteyan nayê qebûlkirin û got armanca van opersayonên qirkirina siyasî ew e ku “xwerevebirinê” vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.

    Li Kurdistanê ku êdî gel ji bo xwe bi xwe bi rêve bibe li bajarên kul êne ‘xwerêvebirinê” îlan dikin. Dewlet û îktidara siyasî ku li hemberî vê yekê tehemûl nake, êrîşa fîzîkî û siyasî pêk tîne. Planên şer ku ji aliyê hikûmeta demkî ya AKP’ê û Serokomar Erdogan ve tê meşandin, li navendên ku “Xwerêvebirin” tên îlankirin di bin navê derketina derva qedexe ye û dest bi êrîşên fîzîkî dike. Li aliyê din jî hevşaredarên ku vîna gel in dixe bin çava û wan digire.

    Ji 18’ê tebexê û heta niha di ser îlanên “Xwerêvebirinê” kul i Şirnex û navçeyên wê dest pê kir û 57 roj derbas bû he heta niha 17 hevşaredar hatine girtin. Li gel wê 2 endamên giştî yên navendê, bi dehan xebatkarên şaredariyê û gelek endamên meşlisa şaredariyê hatin binçavkirin. 2 hevşaredar ku di bin çavan de ne lêgerîna 6 hevşaredaran heye.

    Li Kurdistanê piştî ku li Şirnexê îlankirin dest pê kir, piştre li Amed, Colemêrg û Wanê pêk hat û piştî îlankirinan ku di 18’ê tebexê de destpêkir di operasyonên qirkirina siyasî de hevşaredarên ku hatin girtin wiha ne:

    Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Baruk, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevşaredara Edremîtê Sevîl Rojbîn Çetîn, Hevşaredarê Licê Harun Erkuş, Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çîftçî û Dîlek Hatîpoglu, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevşaredarên Îkîkopru Osman Karabulut û Hîdayet Tîryakî, hevşaredarên Beşîrî Mustafa Ozturk, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, hevşaredarên bajaroka Tuzluca Mehmet Gultekîn, hevşaredarê Hoşhaber Alî Çam û hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn.

    Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herîmî yê Demokratîk Çîlem Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî bijarteyan nayê qebûlkirin û got armanca van opersayonên qirkirina siyasî ew e ku “xwerevebirinê” vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.

    Işık anî ziman ku li gelek cihê nîqaşên wan ên xwerêvebirinê berdewam dike û wiha got: “Em vê yekê berdewam bikin. Di vî warî de binçavkirin, girtin û qetilkirin me çavtirsî nake. Em ê têkoşîna wê berdewam bikin. Em ê pergala xwe bi xwe ava bikin. Em ê hemû xebatên xwe yên di vî warî de berdewam bikin.”

    (aw/bd)

    http://www.diclehaber.com/news/content/view/479091?from=1510667103

  1. 14 تشرینی یه‌كه‌م 2015 له‌ 16:58

وەڵامێک بنووسە

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / گۆڕین )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / گۆڕین )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / گۆڕین )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / گۆڕین )

Connecting to %s

%d هاوشێوەی ئەم بلۆگەرانە: